Baldariya zarokan ji temenê 1 saletiyê da: Baldariya ji zarokan di heyama rojê da (Kindertagespflege) 

Lîstin û fêrbûna digel zarokên din li koma biçûk da. Baldariya berdewam û birêkûpêk ji aliyê perestara perwerdebûyî ya zarokan va. Ev şêweya xebatê li navenda baldariya ji zarokan di heyama rojê da ye. Li vir zarokan hesteke baş hene.

Li Almanê du şêwazên fermî yên baldariya ji zarokan hene ku ji aliylê dewletê va hatine diyarkirin: Xwedankirina zarokan li bara hemşîreyê (Tagesmutter) an li Baxçeya Zarokan. Heke zarok li ba hemşîreyên xwe bên xwedankirin ev şêweya baldariya ji zarokan di heyama rojê da tê gotin. Cihêtiya van du şêwazan zêdetir li qasa koman e: li ba hemşîreyê / perestara zarokan bi giştî heta du zarok tên xwedankirin – li Baxçeya Zarokan kom mezintir in. hema bêje hemî zarokên mezintir ji sê salî terin Baxçeya Zarokan (Kindergarten). Zarokên biçûktir li navendên xwedankirina zarokan (Krippe) an ji aliyê perestara zarokan va tên xwedankirin. Jibo zarokên biçûk ya baş ev e ku li komên biçûk ên di bin baldariyê da bên xwedankirin.

Demek jibo dêûbavan da ku bigihêjin karên xwe

Gellek erkên dêûbavan hene. Ewna dixebitin an li pey xebatê û dewrana hînbûna xebatê ne. Ewna berpirsên serûberkirina karên mal û malbatê ne. Jibo hebûna jiyaneke baş li Almanê şîret tê kirin ku zimanê almanî were hêvosîn an berê xwe bidin polên perwerdehiya zimanê almanî. Dêûbavan jibo vî karî hewcetiya xwe bi dema pêwîst hene; Dema ku têda zarok bi başî bên xwedankirin. Êdî hewce nake ku nigerana zarokan bin. Ji ber ku ewna baş dizanin ku zarok bi başî di bin baldariyê da ne.

"Bi ispartina zarokê/a me bo perestara zarokan, ew jibo çûyîna bo dibistanê amade dibe."

Perwerdekirin û lîstina digel zarokan

Zarok hez dikin bilîzin. Ewna hez dikin hîn bibin û zûka mezin bibin. Zarok dema lîstinê gellek tiştan fêr dibin ku piştra dê li jiyana wan bi kêrî wan bê. Perestarên zarokan di vî warî da alîkariya wan dike û engîze û moralê dide wan. Sa ku meriv bikare li Almanê peywendiya digel kesên din pêk bîne ya baş ev e ku zimanê almanî fêr bibe. Zarok li danûstandina digel hevdu û ji riya perestara xwe dikarin bi rehetî zimanê almanî fêr bibin.

"Perestara zarokan ji lawikê me yê mezin (4 salî) hevrê digel keçika me ya biçûk (1 salî) li nav komekê baldarî dikir – eva jibo me gellek baş bû."

Perestara zarokan/hemşîre kî ye?

Zarok li kêleka hemşîre/perestara zarokan dikarin bilîzin û hîn bibin. Dema ku dêûbav karên xwe yên girîng dikin, zarok bi başî tên xwedankirin. Perestarên zarokan dewreyên taybet ên perwerdehiyê derbas dikin da ku bikarin baldariya ji zarokan bikin. Ewna xwediyê îzna ji rêvebiriya berpirs (Rêvebiriya Karên Ciwanan) (Jugendamt) in û bi awayê berdewam û birêkûpêk di bin kontrol û nirxandinê da ne. Navendên xwedankirina zarokan jî di bin çavdêrî û kontrolê da ne. Perestarên zarokan li riya mezinbûnê alîkariya zarokan dikin û engîzeyên pêwîst li wan pêk tînin. Ewna zarokên mezintir jibo çûyîna bo dibistanê amade dikin. Perestara zarokan hesta ewlehî û pêbaweriyê li zarokan pêk tînin. Her yek ji perestarên zarokan li komên biçûk ji herîpirr 5 zarokan baldariyê dikin û bi qasî têrê bala xwe didin ser hewcetiyên zarok û dêûbavan.

"Ji ber biçûkbûna koman, perestara zarokan karî ku bi awayekî taybet û bi baştirîn awayî bersiva hewcetiyên zarok û dêûbavan bide."

Jiyana rojane ya zarokan li ba perestara zarokan çawan e?

Her roj serê sibehê dêûbav zaropkên xwe dispêrin perestara zarokan. Ewna bi giştî bi hev ra taştê dixwun. Piştra perestar digel zarokan dilîzin û bi wan ra meşqa stran û sirûdan dikin. Perestar alîkariyê dikin ku pisporî û hostetiyên zimanî yên zarokan xurt bibin û wan han didin ku hîn bibin û mijarên cûrbicûr bi wan ra didin nasadnin. Zarok meseleyên girîng fêr dibin; Mîna naskirina qanûnên ajotina erebeyan û mijarên li bara jîngehê. Ewna şêwaza jiyana xelkê nas dikin. Ewna digel perestara xwe xwarekê dixwun û dema nîvrojê hinekî radizên. Perestara zaroakn her viha pûşek û paçikên zarokan diguhesrîne. Dêûbav piştî nîvro zarokan digel xwe vedigerînin mal. Perestara zarokan erkên wê jî mîna erkên Baxçeya Zarokan in. zarokan hasten xwe yên baş hene û jio viya ku demeke baş digel hevtemenên xwe derbas dikin û tiştên teze fêr dibin, kêfxweş in.

 

"Kurê me karî gellek zû peywendiyeke mayînde digel perestara xwe pêk bîne û bi hezeke zêfe tere cem wê."

Meriv çawa diakre perestareke zarokan/hemşîreyekê peyda bike?

Perestarên zarokan di bin berpirsiyariya rêvebirî û saziyên dewletê da ne wek (Rêvebiriya Karên Ciwanan, Konseya Pisporî (Fachdienst)). Jibo vî karî weke navnivîsîna li Baxçeya Zarokan, divê pêvajoya navnivîsînê pêk were. Hemî zarokan li Almanê mafê xwe yê sûdwergirtina ji pûerwerdehî, terbiyet û baldariyê hene û îzna wan heye ku biçin Baxçeya Zarokan, heta dema ku dêûbavên wan xebatkar nebin.

"Me wek dayîk û bav hesteke xwe ya baş heye ku dewlet û sazî îmkana baldariya ji zarokan bi awayekî dilniya û pêbawerkirî dabîn dikin."

Xercê/pereyê baldariya ji zarokan çiqas e?

Qasa xercê baldariya ji zarokan ku ji aliyê dêûbavan va tê dayîn li navçeyên cûrbicûr cihê ye. Ev qasa xercê girêdayî bi derhata wan e. heke dêûbavan diravekî xwe yê zêde tinebin, hewce nake ku vê xercê bidin. li hinek ji deveran xizmetên baldariya ji zarokan jibo giştan belaş e.

Li vî warî da digel saziyên têkildar (Rêvebiriya Karên Ciwanan, Konseya Taybet) li ciyê ku lê rûdinin, peywendiyê bigirin.